Li Marasê û 4 bajarên din operasyona DEASê kirin: 18 kesan birin zîndanê

08 December 2023 00:26 0 dîtin
Li Marasê û 4 bajarên din operasyona DEASê kirin: 18 kesan birin zîndanê

PeyamaKurd – Li Maraşê û 4 bajarên din operasyona ser DEAŞê hat kirin û 18 kes bûn zîndanî. Li gor ragihandina serdozgeriya bajarê Maraşê; tîmên cendirmeyan yên alaya Maraşê bi sedema endamên DEAŞê ne, li Hatayê, Gaziantep, Kilis û Kayseriyê di heman wextê de girtin ser navnîşanan û 18 kesan girtin.

18 kes bi sedema endamên DEAŞê ne hatin desteserkirin û li baregeha cendirmeyan îfadên wan sitendin. Her 18 kes jî hemwelatiyên Sûriyê ne. Li Maraşê 11 kes, li Hatayê 3 kes, li Entabê 2 kes li Kîlîsê yek û li Kayseriyê yek kes hatin girtin.

Bi gumanbaran re 24 telefonên destî, 19 simkart, 1 notebook, 8 kartên hafizayê û 4 USB hatin girtin.

Piştî gumanbaran birin dadgehê, ji terefê dadgerê nobedar de bi biryara girtinê şandin zîndanê.