Li Wanê û 3 bajarên din operasyona PKK/KCK ê hat kirin

03 June 2022 22:13 0 dîtin
Li Wanê û 3 bajarên din operasyona PKK/KCK ê hat kirin

PeyamaKurd – Bajarê Wanê wek navenda operasyonê li 4 bajaran operasyona ser PKK/KCK ê hat kirin. Di operasyonê de 11 kes hatin binçavkirin û tewanbarkirina binçavkiriyan weka desteka rêxistinê hat nîşandan. Operasyon li bajarên Wan, Hakkarî, Diyarbekir û Muğlayê hat kirin.

Di mijara tawana 11 kesên hatine binçavkirin de hat gotin ku têkiliyên wan bi girtiyên zîndanê yên siyasî re hene, bi hevre bi fermanan dixebitin û fînansê didin girtiyên zîndanê. Li ser mijarê tîmên alaya cendirmeyan yên bajarê Wanê, li bajarên navborî di heman wextê de operasyonan kirin û 11 kesan xistin binçav.

Girtina îfadeyên gumanbaran yên li baregeha alaya cendirmeyan ya Wanê dewam dike.