Li sê bajarên Bakur operasyona KCDê: 24 parêzer, 72 kes hatin desteserkirin
PeyamaKurd – Li Diyarbekir, Semsûr û Şirnexa Bakurê Kurdistanê, di çarçoveya operasyona KCDê de, gelek parêzer û nûnerên rêxistinên civaka sîvîl ji aliyê hêzên ewlehiyê yên Tirkiyê ve hatin desteserkirin.
Li gor agahiyan, di çarçoveya doza lêpirsîna Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) de,biryara desteserkirina 101 kesan hat dayîn. Îro di saetên serê sibê de, ji aliyê polîsan ve gelek parêzer û nûnerên rêxistina civaka sîvîl hatin desteserkirin.
Di saetê sibeha îro de, polîsan girtin ser malan û di serdegirtinên malan de, dest danîn ser bîlgîsayar, pirtûk û materyalên dijital. Herwiha, Hevserokê Giştî yê Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) Bunyamîn Şerker jî di nav de, gelek parêzer, rêveber û endamên rêxistina civaka sîvîl hatin desteserkirin.
Navê kesên hatin desteserkirin wiha ne:
“Parêzer Bunyamîn Şeker, Abdulkadîr Guleç, Eshat Aktaç, Serdar Talay, Îmran Gokdere, Diyar Çetedîr, Serdar Ozer, Ferîde Laçîn, Gevriye Atli, Resûl Tamûr, Cemîle Tûrhalli Balsak, Ahmet Kalpak, Devrîm Bariş Baran, Neşet Gîrasûn, Sedat Aydin, Şîvan Cemîl Ozen, Serokê Şaxa ÎHDê ya Samsûrê Prz. Bulent Temel, Mahsum Bati, rêveberê Federasyona Komeleyên Hiqûq û Piştevaniyê ya Malbatên Girtî û Hikumxwaran a Medê (MED TUHAD-FED) Diyar Dîlek Ozer û endama federasyonê Leyla Ayaz, endamê Konseya Navendî ya TTBê yê berê Şehmus Gokalp, endamê DÎVES Suleyman Okur, endamê Meclîsa Şaredariya Rezanê Panayir Çelîk, rêveberê HDPê yê Diyarbekirê yê berê Îlhamî Yurek, endamê SESê yê hatibû îxraçkirin Ûmît Çetîner, endamê HABER-SEN Mehmet Kaçar û Plangerê Bajêr Haknaz Sadak.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin