Li 3 bajarên bakurê Kurdistanê operasyona leskerî dest pê kir
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku li bajarên Agirî, Îdir û Qersê bi beşdariya bi hezaran leşkeran operasyoneke leşkerî li dijî PKKê hat destpêkirin.
Wezareta Navxwe ya Tirkiyê ragihand, li Agiriyê, Îdirê û Qersê dest bi operasyona leşkerî ya bi navê "Yildirim-3 Çiyayê Agirî" kirine ku bi hezaran leşker jî beşdarên wê operasyonê ne.
Li gorî daxuyaniya wezaretê Hezar û 170 leşker beşdarî operasyonê dibin.
Herwiha li aliyê din operasyonek li dorûbera Çiyayê Cûdî jî berdewam e ku îro ji beyaniyê ve hêzên artêşa Tirkiyê Çiyayê Cûdî topbaran dikin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin