Li Samsûnê operasyona DEASê: 11 kes binçavkirin

27 June 2020 18:44 0 dîtin
Li Samsûnê operasyona DEASê: 11 kes binçavkirin

PeyamaKurd- Li Tirkiyê li bajarê Samsunê ya li qerexê Derya Reş, bo ser DEAŞ ê operasyon kirin û di encamê de 11 kesan binçavkirin. Her 11 kesên ku hatine girtin ji Iraqê ne. Tîmên antî-terorê yên asayîşa Samsûnê di 24 ê hezîranê de avêtibûn ser navçeyên Canik û Atakumê û 12 kesan girtibûn.

Ji 12 kesan yek ji wan wê derbixin derveyê welat û wî teslîmê Rêvebiriya Koçberan kirin.11 kesên ku derxistin dadgehê, car din dadgeh wan şand bin çav û lêpirsîna wan dewam dike.