Erebîstana Siûdî, li ser serdana Tirkiyeyê daxuyanî da
PeyamaKurd- Wezareta Berevaniya Erebîstana Siûdî, di derbarê serdana Alîkarê Wezîr Talal Bin Abdullah Uteybî ya di 22yê Kanûnê de çûbû Tirkiyeyê, daxuyaniyek da.
Di daxuyaniya ku li ser hesabê medyaya civakî ya Wezareta Berevaniya Erebistana Siûdî hat dayîn de wiha hat gotin:
"Cîgirê Wezîrê Berevaniyê Uteybî, serdana Tirkiyeyê kir û bi gelek rayedarên Tirkiyeyê re hevdîtin kir."
Li gorî nûçeya ajansa fermî ya Erebistana Siûdiyê SPAyê, Alîkarê Wezîrê Berevaniyê Uteybî, di çarçoveya serdana xwe ya Tirkiyeyê de bi Wezîrê Berevaniya Tirkiyeyê Hulusî Akar, alîkarên wezîr Yunus Emre Karaosmanoglu û Muhsîn Dere re hevdîtin kiriye.
Hat diyarkirin ku di hevdîtinê de rêyên bihêzkirina pîşesaziya berevaniyê ya di navbera herdu welatan de hatine gotûbêjkirin.
Her wiha hat eşkerekirin ku Cîgirê Wezîrê Erebistana Siûdî, di çarçoveya pêwendiyên xwe de serdana kompaniyên cur be cur ên girêdayî Wezareta Berevaniya Neteweyî jî kir û di derbarê hin berhemên pîşesaziya berevaniyê de agahî wergirtin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin