Erebistanê di Kûpa Cîhanê de tîma Arjantînê têk bir
PeyamaKurd – Yek ji tîma herî serkeftî ya futbolê li cîhanê tîma netewî ya Arjantînê, îro 22yê Mijdarê di maça yekem a Kûpaya Cîhanê ya 2022an de, li hember tîma Erebistana Siûdî winda kir.
Di Kûpaya Cîhanê ya 2022yan a FIFAyê de ku li Qeterê birêve diçe, tîmên di Grûba Cyê de Arjantîn û Erebistana Siûdî hatin pêşberî hev.
Tîma Siûdî bi golên Saleh El Şehrî di xuleka 48 û Salem El Dawsarî di xuleka 52an de, li hember Arajantînê bi ser ket û maç bi 2-1 bidawî bû.
Tekane gola Arjantînê di xuleka 10emîn de ji aliyê Lionel Mesî bi rêya penaltiyê hat avêtin. Messi bi vê golê re navê xwe wek lîstikvanê pêncemîn ku di 4 Kûpayên Cîhanê de golek avêtiye tomar kir.
Erebîstana Siûdî di grûba xwe de, 3 pûan bidest xist û Arjantîn jî di 0 pûanê de ma.
Arjantîn 26ê Mijdarê jî bi tîma Meksîkayê re dilîze ku wê Erebîstana Siûdî jî heman rojê bi Polande re bilîze.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin