Nêçîrvan Barzanî besdarî fînala Kûpaya Cîhanê dibe
PeyamaKurd - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, ji bo beşdariya fînala Kûpaya FIFA 2022 ya Qeterê bibe, serdana Dohayê dike.
Serokatiya Herêma Kurdistanê ragihand, îro Yekşemê 18/12/2022an Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li ser vexwendina fermî ya Mîrê Qeterê Şêx Temîm Bin Hemed El Sanî serdana Dohaya Paytext dike.
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, wê di vê serdanê de hevdîtinê ligel hejmarek serkirdeyên cîhanê bike û beşdarî fînala Kupaya Cîhanê bibe ku pêşbirka dawî îro 18ê Kanûnê di navbera tîmên Arjantîn û Fransayê de tê lîstin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin