Êrîsa ser mizgeftê DEAS ê girt ser xwe

08 October 2021 22:06 0 dîtin
Êrîsa ser mizgeftê DEAS ê girt ser xwe

PeyamaKurd – Îro li Afxanistanê li bajarê Qunduzê li devera Seyîd Abadê êrîşekî bombeyî biribûn ser mizgeftekî Şî’ayan ku tê de limêja înê dikirin û di encamê de 100 kes jiyana xwe ji dest dabûn. Wê êrîşê, rêxistina terorê DEAŞ ê girt ser xwe.

Berdevkê Talîbanê Zabîhûllah Mucahîd, ragihand ku hêzên Talîbanê gihane ciyê bûyerê û li ser êrîşê lêkolînan dikin. Mucahîd, di ser hesabê xwe yê Twitterê de weha got:

“ Li bajarê Qunduzê li devera Sayîd Abadê di mizgefta Şî’ayan de teqîn çêbû. Di êrîşê de jimareka zêde birayên me şehîd ketin an birîndar bûn.”

Rêvebirên nexweşxanê ragihandin ku jimara miriyan 100 kesin.

Li gor ajansa Reutersê; êrîşa ser mizgeftê DEAŞ ê girtiye ser xwe.

Mîsyona alîkariyê ya ji bo Afxanistanê ya Netweyên Yekgirtî (UNAMA) li ser êrîşê weha got:

“Li gor agahiyên ku ewilî gihane me, di êrîşa xwekuştinî de ji 100 î zêdetire kes mirine an birîndar bûne. Bûyer bûye sedema endîşeyekî ciddî. Em weka malbata NY ya Afxanistanê, ji raporên ku nîşan didin, jimareyeka mezin kes di mizgeftê de mirine û em bi endişe ne. Agahiyên di serî de gihane me, nîşan didin ku ji 100 kesan zêdetir mirî an birîndar hene. Bûyera îro perçeyekî ji modela şiddeta ku mirov aciz dike. Di vê hefteyê de ev êrîşa sêyeme ku êrîşê dibin ser ciyên olî.”