DEAS êrîsa bombeyî ya li Îranê girt ser xwe
PeyamaKurd – Li Îranê di wexta ku xelk diçû ser gora general Qasim Suleymanî, di encama du teqînan de li gor rêjeyên îro yên fermî 84 kes miribûn û 284 kes birîndar bûbûn.
Rêxistina terorê ya DEAŞê ragihand ku êrîşa navborî ya li Kirmanê wan kiriye. Herkes meraqê dikir bê êrîş ji terefê kî de hatiye kirin û niha aşkera bû.
Çavkaniyekî Îranê ji bo ajansa IRNAyê ya Îranê ku ajans fermiye, ragihandiye wan li Kirmanê lêkolîna teqînê kirine û di teqîna yekem de kesekî xwekuj bûyerê kiriye. Çavkanî gotiye ku li temamê delîlên di destê xwe de dinêrin, vedikolin û weha dewam kiriye:
“Di teqîna yekem de bomba zindî mêrekî bû ku temamê bedena wî perçe bûbû. Dixebitin da nasnama bomba zindî tesbît bikin.”
Çavkanî behsa teqîna duyem kiriye an nekiriye nayê zanîn ji ber du teqîn li pey hev bi deh deqe navbirê çêbûye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin