Îranê, êrîsa bombeyî ya li wî welatî sermezar kir

31 July 2023 15:00 0 dîtin
Îranê, êrîsa bombeyî ya li wî welatî sermezar kir

PeyamaKurd- Serokomarê Îranê Îbrahîm Reîsî, êrîşa bombeyî ya ku duh li eyaleta Xyber Paxtunkhwa ya Pakîstanê, li dijî kongreya Partiya Civata Ulemayên Îslamî (JUI-F) ku yek ji şirîkên hikûmeta koalîsyonê ye hatibû kirin, şermezar kir.

Di ajansa fermî ya nûçeyan a Îranê IRNAyê de hat diyarkirin ku Serokomarê Îranê di peyama ku ji bo Serokwezîrê Pakîstanê Şahbaz Şerîf re şand de got ku

“Ez li ser navê gelê Îranê, sersaxiyê ji we û gelê dost û birayên Pakîstanê re dixwazim. Em bawer dikin ku kiryarên bi vî rengî yên dijmirovî û sûcdar wê ji bilî şermezarkirina kiryarên wan û yên ku ferman dane wan, tiştekî din nebînin.”

Wezîrê Karên Derve yê Îranê Husên Emîr Ebdullahiyan jî li ser hesabê xwe yê medyaya civakî peyamek parve kir ku ew êrîşa terorîstî bi tundî şermezar dikin û hevxemiya xwe ji hevtayê xwe yê Pakîstanî Bilaval Bhuto Zerdarî, hikûmet û gelê Pakîstanê re ragihand.

Abdullahiyan di peyama xwe de got, “Têkoşîna bi bandor a li dijî teror û tundrewiyê xema hevpar a ewlehiya herdu welatan e. Teror, diyardeyeke nebaş a dema me ye.” 

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê Nasir Kenanî jî tekezî li ser wê yekê kir ku Îran li cem Pakîstanê ye û sersaxî ji malbatên kesên jiyana xwe ji dest dane re xwest û ji bo birîndaran jî hêviya şîfayê kir.