Êrîsa sîberî birin ser malper û facebooka Benyamîn Netenyahu

27 April 2023 00:38 0 dîtin
Êrîsa sîberî birin ser malper û facebooka Benyamîn Netenyahu

PeyamaKurd - Êrîşa sîberî birin ser malper û facebooka serokwezîrê Îsraîlê Benyamîn Netenyahu ya taybet. Nûçe di The Times of Israel ê hat belavkirin û tê de hat gotin ku êrîşa berê ya ku ji aliyê grûba bi navê "Anonymous Sudan" ê çawa êrîşê biribû ser malpera Moosadê ya Îsraîlê, heman grûb êrîşa sîberî bir ser malpera û Facebooka Netenyahû jî.

Malpera Netenyahû niha di derveyê bazinê de ye, kes nikar xwe bigihîne malperê. Di malpera Facebookê ya Netenyahu de tenê vîdeoyekî ku li mizgeftê dia dikin tê de heye. Lê Îsraîlê karibiye di wextekî kurt de vîdeoyê ji ser malperê rake.