Êrîsî parzungeha neftê ya navbera Hewlêr-Kerkûkê kirin: 3 Kurd bûn qurbanî

22 May 2020 17:02 0 dîtin
Êrîsî parzungeha neftê ya navbera Hewlêr-Kerkûkê kirin: 3 Kurd bûn qurbanî

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku îro 22yê Gulanê beyaniyê, çekdarên nenas êrîş birine ser parzûngeha petrolê ya li Gurge Çalê ku di navbera Kerkûk-Hewlêrê de dimîne û 5 kîlometran ji navenda bajarê Kerkûkê dûr e.

Hat diyarkirin ku di encama wê êrîşê de, 3 Kurd bûne qurbanî ku pasevanekî parzûngeha petrolê hatiye kuştin û du pasevanên din jî bi xedarî birîndar bûne.

Li gorî ragihandina çavkaniyên polîsê Kerkûkê, êrîş derdora saet 02:00yê nîve şevê çêbûye û di êrîşê de du pasevanên parzûngeha petrolê ya li gundê Gurge Çalê birîndar bûne û yekî jî can daye.

Hat diyarkirin ku çekdaran ji aliyê çepê yê parzûngehê ve ku dikeve di navbera Kompaniya Petrola Bakur û gundê Gurge Çalê êrîş kirine û piştî teqekirina ji dûr ve ji nêzîk ve jî pasevanên parzûngehê kirine armanca êrîşê.

Hat zanîn ku kesê ku di êrîşê de hatiye kuştin, navê wî Tîşko Elî ye û du kesên birîndar jî navên wan Newşîrwan Ebdulla û Mihemed Elî ne ku her sê kes jî Kurd in.

Rojek berê çekdaran êrîşî heman parzûngehê kiriye ku tê gotin, ew êrîş weke êrîşên DAIŞê ye û lêkolînên li ser bûyerê berdewam dikin.