Erka koalîsyona bi pêsengiya DYA li Iraqê wê bi dawî bibe

28 September 2024 09:06 0 dîtin
Erka koalîsyona bi pêsengiya DYA li Iraqê wê bi dawî bibe

PeyamaKurd – Amerîka û Iraqê ragihandin ku erka hevpeymaniya navdewletî ya bi serokatiya Amerîka li dijî rêxistina terorîst a DAIŞê li Iraqê di Îlona 2025an de bidawî dibe û proseyeke nû ya hevkariya ewlehiyê di navbera her du welatan de dest pê dike.

Wezareta Derve ya Amerîkayê daxuyaniya fermî ya hevbeş a ku ji aliyê rêveberiya Washington û Bexdayê ve hatiye îmzekirin bi raya giştî re parve kir. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku erka koalîsyona di sala 2014an de ya li dijî DAIŞê ya bi pêşengiya DYAyê li Iraqê hatiye avakirin, piştî 12 mehan, ango di Îlona 2025an de wê bi dawî bibe û hat diyarkirin ku wê di navbera Amerîka û Iraqê de pêvajoyeke nû ya hevpariya ewlehiyê were destpêkirin.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku erka leşkerî ya koalîsyona li dijî DAIŞê ya li Sûriyeyê didome wê heta Îlona 2026an bidome.

"Ev ne paşvekişîn e"

Rayedarekî payebilind ê Amerîkayê ku li ser vê mijarê bi rêya telekonferansê civîneke çapemeniyê li dar xist, got ku ev peyman nayê wateya vekişîna ji Iraqê, belkî tê wateya kêmkirina hejmara leşkeran. Wî got, ev tê wê wateyê ku Amerîka hin bingehên ku li Iraqê bi kar dianî bihêle û li gorî erkên leşkerî li wî welatî rêkeftinên nû çêbike.

Rayedarê ku agahî neda DYA ku niha nêzî 2 hezar û 500 leşkerên wê li Iraqê çiqasî wê hejmara leşkerên xwe li vî welatî kêm bike wiha got: "Ez dixwazim balê bikşînim ser vê yekê ku ev ne vekişîn e. Ev pêvajoyeke veguhêz e. Ev mîsyoneke leşkerî ya berfireh e."

Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şîa Sûdanî roja 17ê Îlonê di hevpeyvînekê de ligel televizyona Bloomberg a Amerîkî ragihandibû, ku erka hêzên hevpeymaniya bi pêşengiya Amerîka li Iraqê wê di demeke nêzîk de bi dawî bibe.