Li Iraqê erka ser a Hevpeymaniya Navdewletî bi fermî bidawî bû
PeyamaKurd - Şêwirmendê Asayîşa Netewî ya Iraqê Qasim El-Erecî piştî civîna dawî ya ligel Hevpeymaniya Navdewletî ya Dijî DAIŞê ragihand, erka şer a hêzên hevpeymaniyê ku 7 sal berê li dijî DAIŞê dest pê kiribû, îro bi fermî bi dawî bû.
Qasim El-Erecî piştî civîna bi fermandarên hevpeymaniyê re got: “Îro me diyaloga dawî bi Hevpeymaniya Navdewletî ya Dijî DAIŞê re kir. Em bi fermî radigihînin ku misyona şer a hêzên Hevpeymaniya Navdewletî bi dawî bûye û wê pêwendî di asta perwerde, şêwirmendî û piştevaniyê de dewam bike.”
Serokê Şaneya Ragihandina Ewlehiya Iraqê Seîd Meen jî di civîneke rojnamevanî de got: “Hevpeymaniya Navdewletî ya Dijî DAIŞê beriya sersalê wê misyona derveyî şer bi temamî bi dawî bike.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin