‘Erka me ya li hember Herêma Kurdistanê tenê bi dabînkirina dermanan e’

23 September 2023 10:01 0 dîtin
‘Erka me ya li hember Herêma Kurdistanê tenê bi dabînkirina dermanan e’

PeyamaKurd – Wezîrê Tendirustiyê yê Iraqê Salih Hesnewî ragihand, erkên Iraqê li hember Herêma Kurdistanê di çarçoveya budçeya federalî de tenê bi dabînkirina dermanan ve sînordar e û xercên din jî têde nîne.

Wezîrê Tenduristiyê yê Iraqê Salih Hesnewî ku ji bo beşdarî 78emîn Civîna Lijneya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) bibe li New Yorka Amerîkayê ye, di bêhnvedanê de axivî.

Wezîrê Tendirustiyê yê Iraqê got: "Peywendiya me bi Wezareta Tendirustiya Herêma (Kurdistan) re tenê li ser lêçûna rêveberiyê ye û ev jî tenê derman di nav xwe de dihewîne."

'Em li tenduristiya welatiyên xwe xwedî derdikevin'

Hesnavî got, lêçûnên din ên weke kirîna alavên pizîşkî, dabînkirina lêçûnên îdarî û avakirina nexweşxaneyên nû li ser milê Wezareta Tendirustiya Herêma Kurdistanê ne, ji ber ku bûdceya wê ya serbixwe heye.

Wezîrê Tendirustiyê yê Iraqê eşkere kir: Her çend budçeya Wezareta Tendirustiyê bûdceyeke serbixwe ye, lê em giringiyê didin tenduristiya welatiyên xwe.

"ParaHerêma Kurdistanê digihêje 16 trîlyon dînarî"

Di meha Hezîranê de, Parlamentoya Iraqê budçeya 3 salî ya pir gengeşkirî pesend kir û pişka Herêma Kurdistanê ji budçeyê ji sedî 12.6 bû. Lê belê qanûna budçeyê nekarî nakokiyên darayî yên demdirêj ên navbera hikûmeta Bexda û Hewlêrê çareser bike. "Herwiha Herêma Kurdistanê jî dihewîne, çi ji bo çêkirina nexweşxaneyan, çi ji bo kirîna amûran."

Pişka Herêma Kurdistanê di budçeya Iraqê de 23 trîlyon û 882 milyar û 653 milyon û 399 hezar dînar e, lê dema xerciyên parêzgehan û dewletê ku beşek ji wan derman in, bê derxistin, pişka Herêma Kurdistanê dibe 16 trilyon dînar.

Di dema ku ji budçeya Iraqê 1 trîlyon û 651 milyar û 864 milyon û 216 hezar dînar ji bo derman hatiye terxankirin, 206 milyar û 291 milyon û 196 hezar dînar jî pişka Herêma Kurdistanê ye.