YNK: Pêwîst e partiyên Herêma Kurdistanê yekrêz û yekdeng bin li hember pirsgirêkan

07 July 2020 13:58 0 dîtin
YNK: Pêwîst e partiyên Herêma Kurdistanê yekrêz û yekdeng bin li hember pirsgirêkan

PeyamaKurd - Ji bo çareserkirina pirsgirêkên li Herêma Kurdistanê, endamekî fraksiyona YNKê yê Parlamentoya Kurdistanê diyar kir, pêwîst e ku partiyên Kurdistanê hewla yekrêzî û yekdengiyê bidin.

Endamê Parlamentoya Kurdistanê yê ser bi fraksiyona YNKê ve Ebas Fetah ji ragihand, di hemû rewşên ku pirsgirêkek bo Herêma Kurdistanê derdikeve pêş, pêwîst e pirsgirêk bên gotûbêj kirin da ku bên çareser kirin.

Pêwîst e pirsgirêkên xelkê Kurdistanê û rewşa Iraq û herêma Kurdistanê li gor hêza hewla çareser kirinê jê re bê dayîn. Hemû partî hewl bidin rewşek xweş li Herêma Kurdistanê ava bikin.

Herwaha da zanîn, PDK, YNK, Gorran û partiyên din di vê rewşê de bi opozîsyon û desthilatê ve, divê hewla xizmetkirina xelkê Kurdistanê bidin.

‘‘Bila desthilat karê xwe bike û xizmet bike. Pêwîst e partiyên din jî yekrêzî û peyvendiyên xwe di asta navxweyî û derve da bihêz bikin û erkê partiyan ew e xwe birêk bixin. Bi taybet jî YNK û PDK ku du partiyên desthilat in, bi salan e xizmetê dikin, pêwîst e bicivin û wan pirsgirêkên heyî biçûk bikin û nehêlin mezin bibin.’’