Cîgirê Serokê Herêma Kurdistanê: Pêwîstiya Kurdistanê bi yekrêzî û yekdengî heye

07 May 2022 13:43 0 dîtin
Cîgirê Serokê Herêma Kurdistanê: Pêwîstiya Kurdistanê bi yekrêzî û yekdengî heye

PeyamaKurd – Cîgirê Serokê Herêma Kurdistanê Cehfer Şêx Mistefa da zanîn, ji bo civîna navbera polîtburoyên Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) hewleke cidî heye.

Li gor Cehfer Şêx Mistefa diyar kiriye: “Şerê medyayî û duberekî xelk bêtaqet kiriye, niha pêwîstiya Kurdistanê bi yekrêzî û yekdengî heye li hember dost û dijminan.”

Herwiha Mistefa eşkere kir: “Hewleke cidî heye, da ku herdu polîtburoyên PDK û YNKê bicivin, rast e heta niha ev civîn nehatiye kirin, lê belê îro be an sibe, divê bicivin.”