Cîgirê Serokê Herêma Kurdistanê: Werin em bi yasa serê birakujiyê sermezar bikin
PeyamaKurd – Cîgirê Serokê Herêma Kurdistanê Şêx Cehfer Şêx Mistefa, peyamek belav kir û diyar kir: “Niha hewlek heye ji bo şerekî nexwestî di navbera çekdarên PKKê û hêzên Pêşmerge de li nav axa Herêma Kurdistanê pêk were.” Herwiha ragihand: “Eger mijar ji bo çekdarên PKKê xweparastin be, çima hêzên Pêşmerge tevlî vî şerî dikin, ku gelê Kurd û Pêşmerge şer naxwazin.”
Cîgirê Serokê Herêma Kurdistanê Şêx Cehfer Şêx Mistefa, li ser facebookê daye zanîn: “Werin em bi yasa, şerê birakujiyê şermezar bikin, çimkî neyarên me her dem hewl didin û dîrok jî şahidê vê yekê ye ku dibin havênê neseqamgîrtî û dualîbûna di navbera me de.”
Şêx Cehfer Şêx Mistefa destnîşan kiriye: “Niha hewlek heye ji bo şerekî nexwestî di navbera çekdarên PKKê û hêzên Pêşmerge de li nav axa Herêma Kurdistanê pêk were, ez hêvî dikim ku rûnede û ev rijandina xwînê li vir bisekine, eger mijar ji bo çekdarên PKKê xweparastin be, çima hêzên Pêşmerge tevlî vî şerî dikin, ku gelê Kurd û Pêşmerge vî şerî naxwazin.”
Şêx Mistefa vê yekê jî dipirse ku "Çima PKK tenê li Herêma Kurdistanê çalakiyên xwe zêde kirine, ku bi xwîna bi hezaran şehîdan bingeha wê hatiye danîn û hincet didin destê Tirkiyê ku êrîş bike! Em ligel hatina ti hêzeke bêgane nînin ku sînor û serweriyên Herêma me derbas bikin, di heman demê de jî em rêzê li wan partiyên siyasî digrin ku li axa herêman asê mane û me rê daye kar û çalakiyên siyasî encam bidin, lê belê em ti car ligel wê yekê nîn ku bibin sedema şer û neseqamgîrî û sedema valakirin û malwêrankirin û şehîdkirina bi dehan xelkê sivîl ê li herêmê.”
Di dawiya peyama xwe de Şêx Cehfer Şêx Mistefa eşkere kiriye: “Tiştê ku niha diqewime, ez bawer im ku plana neyarên neteweya Kurd e.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin