Cîgirê Serokê Herêma Kurdistanê bi konsolosê Tirkiyê re civiya
PeyamaKurd – Cîgirê Serokê Herêma Kurdistanê Cafer Şêx Mistefa pêşwazî li konsolosê Tirkiyê yê Hewlêrê Hakan Karaçay kir.
Piştî civînê serokatiya Herêma Kurdistanê ragihand ku di hevdîtinê de, pêwendiyên Hewlêr-Bexdayê, pêwendiyên dîplomatîk ên Herêma Kurdistanê û Tirkiyê û pêşxistina wan pêwendiyan hatine gotûbêjkirin.
Şêx Mistefa di hevdîtinê de bal kişand ser krîza siyasî ya Iraqê û pêwîstiya lihevkirineke li gorî berjewendiyên giştî bo damezrandina hikûmeta nû ya Iraqê anî ziman.
Karaçay jî bal kişand ser pêwendiyên Tirkiye û Herêma Kurdistanê û girîngiya hevkariya bo pêkanîna îstiqrar û ewlehiya li herêmê bibîr xist.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin