Esad, pistî 19 salan çû Çînê
PeyamaKurd- Li gorî agahiyên ku hatin ragihandin, Serokê rejîma Suriyeyê Beşar Esad, piştî 19 salan serdana Çînê kir.
Li gorî daxuyaniya Ofîsa Serokomariya Suriyeyê, roja sêşemê, Beşar Esad û hevjîna xwe Esma Esad; ligel şandeke bilind a ji hikûmeta Suriyeyê çûn Çînê û hat diyarkirin ku ew ê li Pekîn û Changzhouyê çend hevdîtinan bikin.
Di daxuyaniya berê ya Şamê de hatibû diyarkirin ku Esad ligel Serokê Çînê Şî Cinping bicive.
Piştî şerê navxweyî yê Suriyeyê ku di sala 2011an de dest pê kir, hema hema tevahiya cîhanê têkiliyên xwe bi Esad re qut kiribû û Rusya, Îran û Çînê têkiliyên xwe pê re berdewam dikir.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin