Esper berî civîna bilind a NATOyê hisyariyan dide Tirkiyê

03 December 2019 11:33 0 dîtin
Esper berî civîna bilind a NATOyê hisyariyan dide Tirkiyê

PeyamaKurd - Wezîrê Berevaniyê yê Amerîkayê Mark Esper berî civîna bilind a NATOyê, ku îro Sêşemê destpê dike, Tirkiye hişyar kir. Esper da zanîn ku divê Tirkiyê rê li ber plana NATOyê ya bo berevanîia Polonya û welatên Baltik negire.

Mark Esper diyar kir ku gotinên Tirkiyê yên ser gefên dijî wê ji alîyê dewletên din yên NATOyê ve nayên qebûl kirin û da zanîn ku ew ê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) wek ‘rêxistineke terorî’ nebinin.

Wezîrê amerîkî got, ‘’Herkes naxwaze ku li gor rojeva Tirkiyê tevbigere. Herkes gefan wek ku Tirkiye dibîne nabîne.”

Ev demek e ji ber kirîna pergalên S-400 ji Rûsyayê peywendiyên Washington û Enqerê aloz in.