Ewlekariya Swêdê ji bo hemwelatiyên derkevin derveyî welat hisyarî da
PeyamaKurd – Piştî bûyerê şewitandina Qûranê li Swêdê, Ewlekariya Swêdê hişyarî da welatiyên xwe yên derkevin derveyî welat û daxwaz ji wan kir, li hember egera êrîşan bi tedbîr tevbigerin.
Şêwirmendê Ewlekariya Netewî ya Swêdê Henrik Landerholm, bi daxuyaniyeke nivîskî ragihandiye ku pêwîste kompanî û welatiyên swêdî yên derveyî welat baldar bin û bi tedbîr tevbigerin.
Ji bo welatiyên derkevin derveyî welat jî hişyarî hatiye dayîn ku ji ber xirabûna rewşa ewlehiyê û zêdebûna gefan divê baldar bin.
Landerholm, herwiha diyar kir ku komên terorî bangên êrîşan li Swêdê kirine û hin dewlet û aktorên din jî bûne alîkar ji vê rewşê re ku êdî welatê wan wekî hedfeke serekî tê dîtin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin