Ewropayê pistgirî da Amerîka, Brîtanya û Fransayê
PeyamaKurd - Serokê Konseya Yekîtiya Ewropayê (YE) Donald Tusk diyar kir ku piştgiriyê didin herekata Amerîka, Brîtanya û Fransayê piştî bikaranîna çekên kîmyayî ya li Dûmayê birin ser rejima Esed.
Tusk di hesabê xwe yê medyaya civakî de peyamek weşand û got, "Operasyona bi destê Amerîka, Brîtanya û Fransayê hat kirin nîşan da ku rejima Sûriyeyê hetanî berdêlekê nede ew ê nikaribe bi Rûsya û Îranê re vê trajediya mirovahiyê bidomîne."
Tusk wiha nivîsî: "Yekîtiya Ewropa wê li cem mitefîqên xwe yanê li aliyê gel cî bigire."
Hatibû ragihandin ku Amerîka, Brîtanya û Fransayê di çarçoveya êrîşa li dijî rejima Esed da li navenda lêkolîna sîlahên bijehrî ya li nêzî Şamê, depoya sîlahan a li rojavayê Humsê û navenda fermandariya sîlahan xistin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin