Serokwezîrê Lubnanê pistgirî da hewlên agirbestê yên Amerîka û Fransayê

06 October 2024 16:01 0 dîtin
Serokwezîrê Lubnanê pistgirî da hewlên agirbestê yên Amerîka û Fransayê

PeyamaKurd – Wezaretara Tenduristiyê ya Lubnanê ragihand ku di êrîşên asmanî yên şeva borî de, li taxên cuda yên Beyrûdê 23 kes hatine kuştin û 93 jî birîndar bûne.

Li gorî wezaretê êrîş li herêmên Nataba, Bekaa, Baalbek-Hermel, Çiyayê Lubnanê û gundên dorûberê hatine encamdan ku Îsraîlê beriya êrîşan hişyarî dabû sivîlan terka wan deran bikin.

Herwiha Serokwezîrê Lubnanê Necîb Mikatî, piştevaniya xwe bo hewlên Amerîka û Fransayê yên ji bo agirbestê ragihand û xwest, ji bo agirbesta bi Hizbullahê re pêk were fişarê li Îsraîlê bikin.