Ezîz Îsa li cihê Cemal Emînkî bû Serfermandarê Gistî yê Hêzên Pêsmerge

13 June 2022 18:32 0 dîtin
Ezîz Îsa li cihê Cemal Emînkî bû Serfermandarê Gistî yê Hêzên Pêsmerge

PeyamaKurd - Ferîq Îsa Ezîz li şûna Ferîqê yekem Cemal Emînkî bû Serokê Desteya Fermandariya Wezareta Pêşmerge û bi merasîmekê dest bi kar kir.

Wezareta Pêşmerge bi daxuyaniyekê ragihand, “Îro 13.06.2022yê bi amadebûna Wezîrê Pêşmerge Şoreş Îsmaîl û Wezîrê Navxwe Rêber Ehmed û Wekîlê Wezareta Pêşmerge Serbest Lezgîn û Fermandarê Fermandariya Yekeyên 80 Dr. Necat Elî, Fermandarê Fermandariya Hêzên Piştevaniya Yek Şêx Sîhad Barzanî û Fermandarê Fermandariya Hêzên Piştevaniya Du Lîwa Rukin Merîwan Mihemed Emîn, Rêveberê Giştî yê Polîsê Herêma Kurdistanê Lîwa Tariq û Fermandarê Pasewanên sînor li Herêma Kurdistanê Lîwa Rukin Hemade û efserên payebilind ên wezaret û rêveberên giştî yên wezareta Pêşmerge ve merasîma guhertina peywira Serokê Desteya Serfermandariyê birêve çû.”

Di merasîmê de Wezîrê Pêşmerge Şoreş Îsmaîl behsa guhertinên Wezareta Pêşmerge kir û wek bingeheke girêng ê çaksaziya leşkerî pênase kir.

Îsmaîl spasiya rola Ferîqê yekem Cemal Mihemed û Ferîqê Yekem Cebar Yawer kir ku demekê di erkên xwe de xizmeta hêzên Pêşmerge kirin û bi dilsozî û li xweborînê ve kar birêve birin.

Wezîrê Pêşmerge xêrhatina Ferîq Rukin Îsa Ezîz kir û di erkê wî de hêviya serkeftinê ji bo wî xwest û amadebûna xwe jî nîşan da ji bo piştevaniya serfermandarê nû û daxwaz ji hemû fermandaran jî kir piştgirî û alîkariyeke temam ji bo herdu peywirdarên nû yên serfermandariyê û emîndariya giştî bikin.

Di merasîmê de, fermana Serokatiya Herêma Kurdistanê ji aliyê Cîgirê serfemrandar ê îdareya Mîrî Lîwa Rukin Hoşmend Heyder Reşîd ve hat xwendin û piştre Ferîqê Yekem Cemal Mihemed û Ferîq Îsa Ezî bi merasîmekê gotar pêşkeş kirin û bal kişandin ser girîngiya guhertinan li Wezareta Pêşmerge kirin û guhertin wek nû kirina peywirên leşkerî û prensîbên leşkerî ji bo bihêz kirina şiyana leşkerî li Wezareta Pêşmerge pênase kir.

Di daxuyaniyê de hat gotin, “Dawiyê jî herdu birêz ên Wezîrê Pêşmerge û Wekîlê Wezareta Pêşmerge, wek hêmayekî ji ber xizmet û westandinên wî yên dema erkdar de pêşkeşî Wezareta Pêşmerge kirine, diyarî pêşkeşî Ferîqê Yekem Cemal Mihemed kirin kirin.”