Cemal Emînkî: Amerîka 14 lîwayên Pêsmerge bi çek dike

28 January 2020 18:40 0 dîtin
Cemal Emînkî: Amerîka 14 lîwayên Pêsmerge bi çek dike

PeyamaKurd - Fermandarê Giştî yê Hêzên Pêşmerge Cemal Emînkî ragihand ku Amerîka 14 lîwayên (tugay) Pêşmerge bi çek dike û otombîl û pêwîstiyên serbazî jî ji wan lîwayan re dabîn dike.

Komîta Pêşmerge jî ragihand ku karên Hevpeymanan û Hikûmeta Herêma Kurdistanê derbarê yekxistina hêzên Pêşmerge de gihîştine qonaxên cîbicîkirinê.

Fermandarê Giştî yê Pêşmerge Cemal Emînkî ji K24ê re daye xuyakirin, pêngavên biçekirina Pêşmerge dest pê bûne û di pêngava yekem de 109 otomobîlên ji cura Hammar gihîştine mîreya Wezareta Pêşmerge.

Emînkî got, destpêkê ji Lîwaya 14 û 16 destpê dike û piştre 12 lîwayên din tên biçekirin.

Li ser hevahengiya Hevpeymanan û Pêşmerge û destpêkirina rahênankirinê jî Emînkî da zanî: “Niha bi awayekî demkî rahênankirin hatiye rawestandin, lê civînên wan berdewam in û di demeke nêzîk de dest bi rahênankirina Pêşmerge dikin.”

Cîgirê Serokê Komîta Pêşmerge di Perlemana Kurdistanê de Osman Sêderî jî diyar kir, karên Hevpeymanan û Hikûmeta Herêma Kurdistanê derbarê yekxistina hêzên Pêşmerge de gihîştine qonaxa cîbicîkirinê.

Hevpeymaniya Navdewletî û Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi taybet piştî şerê dijî DAIŞê li ser yekxistina hêzên Pêşmerge kar dikin ku biryar e tevahiya hêzên Pêşmerge di çend lîwayan de werin birêxistinkirin.