Fahrettin Koca, rêjeya îro ya Tirkiyê askera kir
PeyamaKurd- Wezîrê tenduristiyê yê Tirkiyê Fahrettin Koca piştî civîna heyeta zanyaran ya li dijî koronavîrusê agahî da çapemeniyê. Koca ragihand ku îro 107 nexweş jiyana xwe dane û bi tevahî jimara miriyan gihaye 1403 kesan. Îro 4 hezar û 62 kesên din jî nexweş ketine û jimara nexweşan bi temamî gihaye 65 hezar û 111 kesan. Îro 33 hezar û 70 testan kirine.
Fahrettin Koca agahiyeka dinê jî da çapemeniyê ku ew jî sîstema Fîlyasonê ye. Fîlyason ew e ku yek bi nexweşîna koronavîrusê bikeve, têkiliyên wî bi kî re çêbûne an ku zîncîreya têkiliyên nexweşe ku divê derê ortê. Şopandina wan kesên ku bi nexweş re, di nava têkiliyan de bune, ji aliyê doktorê malbatan ve dê bên şopandin.
Koca got ku heya niha wan nêzî 1 mîlyon derman stok kirine û rêbaza tedawiya wan ne weka ya dinyayê dikin. Berya nexweşîn derê ortê, amadekariya wê dikin û xizmetê bê pere didin. Dermanê ku ji Çînê anîne, ti welat weke Tirkiyê bikar nayne. Di dinyayê de, di dewra ewil de nexweş bi cîhazan ve tê girêdan lê Tirkiyê vêya nake. Di dewra ewel de bi derman tedawî dikin û fêda wê zêdetire.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin