Felah Mustafa: Tirkiye ji bo îxaracata petrola Kurdistanê amade ye
PeyamaKurd – Cîgirê berpirsê ji karên derve yê serokatiya Herêma Kurdistanê Felah Mustafa ragihand ku tevlîbûna Foruma Dîplomasiyê ya Antalya ya serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî gelek girînge û Tirkiyê ji bo îxracata petrola Herêma Kurdistanê amade ye.
Forum, li Tirkiyê li bajarê Antalya li Navenda Kongrê ya NESTê têkirin û serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî jî tevlî Forumê bû. Di Forumê de 19 serokdewlet, 73 wezîr û 57 nûner amadene û bi temamî 4.500 kes tê de cîh girtin. Forum di navbera 1-3 yê Adarê de têkirin û bi temamî wê 52 panel bên lidarxistin.
Felah Mustafa di navbera celseyan de civîneka çapemeniyê lidar xist û got ku gelek girînge ku serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî tevlî Forumê bûye. Felah Musatafa weha got:
“Divê em bizanibin ji konferansên navdewletî fêde bibînin. Em ji asta pêşdebirina ku Herêma Kurdistanê kiriye gelek razîne. Pêşdebirina van cûre konferansan ji aliyê hevkariyê û koordînasyonê de gelek derfetan derdixe pêşiya me, di nav guherîna dinyayê de, pêwesite em karibin pirsgirêkan çareser bikin û bi hevre bixebitin.
Di dinyayê de asayiş û ewlehî bi hev re girêdayiye, ewlehiya temamê welatan û îstîqrara wan di nav hev de ye. Bêîstîqrarkirina welatekî ji bo temamê welatên dinyayê tehdîde. Eger pirsgirêkekî hebe, temamê dinyayê jê berpirse.”
Li ser pirsa îxracata petrola Herêma Kurdistanê Felah Mustafa got:
“Tirkiye ji bo vê mijarê amade ye lê pirsgirêk ji Bexdayê ye. Dema Erbîl û Bexda li hev bikin, wê îxraca petrolê ji nûh de destpêbike.”
Wezîrê karên derve yê Iraqê Fûad Huseyîn di Forumê de, di 1ê Adarê de weha gotibû:
“Hukumeta Herêma Kurdistanê û xettên petrolê yên Tirkiyê ji bo îxracata petrola Kurdistanê amade ne. Wê berpirsên her dû hukumetan di meha pêşiya me de li Bexdayê bicivin û ji bo çareserkirina pirsgirêkê planekî çêbikin.
Hinek pirsgirêk hene. Pirsgirêk ne di navbera hukumeta federal û Kurdistanê de ye. Teref li hev kirin. Ji bo bicîhanîna peymanê pêwiste Bexda bi şîrketên petrolê yên li Herêma Kurdistanê re hevdîtinan bike.”
Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayip Erdoğan wê piştî hilbijartinên 31ê Adarê seredana Iraqê bike û li ser mijarê Felah Mustafa weha got:
“Em ji seredana Erdoğan gelek razîne, bi giştî Iraq-Tirkiye û bi taybetî Herêma Kurdistanê û Tirkiye, bi xêra vê seredanê wê têkilî pêşdetir herin û têkiliyan xwurt bikin.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin