Tirkiye bi fermî ji bo hinardekirina petrola Kurdistanê amade ye
PeyamaKurd – Di rapora pêgeha Iraq Oil Reportê de hatiye diyarkirin, Tirkiyeyê ji destpêka meha Cotmehê ve bi fermî ji rayedarên Iraqê re ragihandiye ku boriya petrolê ji bo dubare hinardekirina Petrola Herêma Kurdistanê amade ye.
Li gor zanyariyan, rapor xwe dispêre nameyeke fermî ya kompanyaya bazirganiya petrolê ya Tirkiyeyê “Botaş” ku 2yê Cotmehê ji hevtaya xwe ya Iraqî re şandiye û bi fermî rayedarên Hikûmeta Iraqê agahdar kirine ku boriya petrolê ya Iraq-Tirkiye ji bo veguhestin, barkirin û embarkirina petrolê di nav axa Tirkiyê de amade ye.
Herwiha di beşeke din a nameyê de hatiye eşkerekirin, “Hinardekirina petrolê ji Herêma Kurdistanê ve dikare ji roja Çarşemê 4ê Cotmeha 2023an ve dubare destpê bike.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin