Ebdulrehman: Washington bi fermî pistevaniya hinardekirina petrola Kurdistanê dike

18 June 2023 09:50 0 dîtin
Ebdulrehman: Washington bi fermî pistevaniya hinardekirina petrola Kurdistanê dike

PeyamaKurd - Nûnera Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Washingtonê Beyan Samî Ebdulrehman li ser serdana Wezîrê Navxwe yê Herêma Kurdistanê Rêbar Ehmed a Washingtonê daxuyanî da û got, civînên Wezîrê Navxwe bi berpirsên payebilind ên Amerîka re erkeftî bûn.”

Beyan Samî Ebdulrehman got: “Washington bi fermî piştevaniya dubare hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê dike.”

Nûnera Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Washingtonê Beyan Samî Ebdulrehman ji K24ê re ragihand, di civînên Wezîrê Navxwe Rêbar Ehmed bi berpirsên pilebilind ên Amerîka re, tekezî li dostanî û hevpeymaniya herdu aliyan hate kirin. Her wiha aliyên Amerîkî behsa wê yekê kirin ku Herêma Kurdistanê û Amerîka bi hev re şerê li dijî Seddam Husên û DAIŞê kirin.

Nûnera Hikûmeta Herêma Kurdistanê got: Di civînên Wezîrê Vavxwe û berpirsên Amerîkayê de behsa çaksaziyên di wezareta Pêşmerge, rahênan û alîkariya Pêşmerge hat kirin.

Ebdulrehman diyar kir, di hevdîtinan de pirsa pêkvejiyana li Herêma Kurdistanê û parastina wê hat gotûbêjkirin û tekezî li ser hebûna Iraqeke aram û Herêma Kurdistanê ya bihêz hat kirin.

Li ser hevkariyên Amerîka bo Herêma Kurdistanê, Nûnera Hikûmeta Herêma Kurdistanê got: “Amerîka amadebûna xwe ji bo berdewamkirina alîkariyên xwe bo Herêma Kurdistanê nîşan da, Wezîrê Navxwe jî di civînan de tekez kir ku rawestandina hinardekirina petrolê dê ziyanê bigihîne her aliyekî.”

Beyan Samî Ebdulrehman da zanîn: “Koşka Spî û Wezareta Derve bi awayekî fermî piştevaniya dubare hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê dikin.”