Wezîrê Navxweyî Rêber Ehmed ji bo hevdîtinên fermî li Washingtonê ye
PeyamaKurd – Wezîrê Navxwe yê Herêma Kurdistanê Rêber Ehmed ku di çarçoveya serdaneke fermî de diçe Amerîkayê, wê li Washingtonê çendîn hevdîtinan ligel berpirsên Amerîkayê pêk bîne.
Wezîrê Navxwe Rêber Ehmed li Washingtonê ji aliyê Nûnera Hikûmeta Herêma Kurdistanê Beyan Samî Ebdulrehman ve hat pêşwazîkirin.
Tê çaverêkirin ku Rêber Ehmed bi nûnerên Koşka Spî, Kongre û rêxistinên din û berpirsên Wezareta Derve, Berevanî û Xezîneyê re jî bicive.
Wezîr Ehmed wê roja 14ê Hezîranê li Peymangeha Aştiyê ya Amerîkayê li ser rewşa siyasî, ewlehî û mirovî ya Iraq û Herêma Kurdistanê gotarekê pêşkêş bike.
Beyan Samî Ebdulrehman di daxuyaniya xwe de got, “Em serdana Wezîrê Navxwe ya Washingtonê girîng dibînin. Herwiha got: "Di berjewendiya her du aliyan de ye ku pêwendiyan bi Amerîka re pêşve bibin û li ser mijarên ewlehî, mirovî û siyasî gotûbêjên kûr bikin."

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin