Rêber Ehmed bi Wezîrê Ewlehiyê yê Brîtanyayê re civiya
PeyamaKurd – Wezîrê Navxwe yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Rêber Ehmed, bi Wezîrê Ewlehiyê yê Brîtanyayê re civiya.
Li gor zanyariyan, do êvarî, Wezîrê Navxwe yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Rêber Ehmed bi Wezîrê Ewlehiyê yê Brîtanyayê Tom Tugendhat re civiya.
Herwiha li gor peyameke Rêber Ehmed ku li ser tora civakî ya “X”ê parve kiriye, herdu aliyan tekez li ser bihêzkirina pêwendiyên Herêma Kurdistanê û Brîtanyayê kiriye û danûstandin li ser berdewambûna hevahengî û karên hevpar ên navbera xwe ji bo berhingarbûna terorê û rêkxistinên tawankariyan kiriye.
Hêjayî bibîrxistinê ye, roja Duşemê, 30ê Tebaxa 2023ê jî Wezîrê Navxwe yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Rêber Ehmed bi Wezîrê Ewlehiyê yê Brîtanyayê Tom Tugendhat re li Hewlêrê “hevfehimandina hevpar” li ser hevahengî û hevkarî û rahênanan di warê berhingarbûna tawanên rêkxistî de di navbera herdu hikûmetan de îmza kir.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin