Rêber Ehmed ji bo gotûbêjkirina kompanyayên ewlehiyê li Parlamentoyê ye
PeyamaKurd – Wezîrê Navxwe yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Rêber Ehmed, ji bo kompanyayên ewlehiyê gotûbêj bike, li Parlamentoya Kurdistanê ye.
Li gor zanyariyên xwecîhî, beriya bi demekê Wezîrê Navxwe Rêber Ehmed ji bo gotûbêjkirin li ser proje yasaya kompanyayên ewlehiyê diçe Parlamentoyê Kurdistanê, bi Serokayetiya Parlamentoyê û Lîjneya Navxwe ya Parlamentoyê dicive û gotûbêjê derbarê projeyasayê de dike.
Herwiha Hikûmeta Herêma Kurdistanê di çarçoweya çaksaziyên rêxistina kompanyayên ewlehiyê, projeyasa şandiye Parlamantoyê û piştî gotûbêjên li Parlamentoya Kurdistanê, proje yasa tê amadekirin û pesendkirin.
Li Herêma Kurdistanê 60 kompanyayên ehlî yên ewlehiyê hene û hikûmet wan kompanyayan bi yasayê rêk dixe.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin