Serokwezîrê Brîtanyayê Sunak ceza ji ber kembera ewlehiyê girêneda xwar!

21 January 2023 16:00 0 dîtin
Serokwezîrê Brîtanyayê Sunak ceza ji ber kembera ewlehiyê girêneda xwar!

PeyamaKurd – Serokwezîrê Brîtanyayê Rishi Sunak ji ber ku kembera ewlehiyê girêneda, dema ku di wesayîteke diçû vîdyoyekê de ji bo medyaya civakî dikişand, cezayê pere lê hat birîn.

Di vîdyoya ku li ser hesabê xwe yê fermî yê medyaya civakî de parve kir, Rishi Sunak ji ber ku kembera ewlehiyê negirtiye lêborîn xwest.

Di dîmenên ku tê fêhmkirin li herêma Lancashire a bakurê Brîtanyayê hatiye kişandin de, ekîbên polîsan bi wesayîta Serokwezîrtiyê re dimeşin.

Polîsê Lancashire ragihand, wan "lêpirsînek" li ser dîmenên bûne cihê nîqaşê vekirine.

Serokwezîr Sunak ji ber rewşa ku bi klîba medyaya civakî derketiye holê lêborîn xwest û diyar kir ku ev "xerabe" ye.

Berdevkê Serokwezîriyê diyar kir, Sunak "şaşiya xwe bi tevahî qebûl kiriye" û difikire ku divê her kes kemberên ewlehiyê girêbidin.