Rishî Sunakê Hîndu bû serokwezîrê nû yê Brîtanyayê
PeyamaKurd – Piştî dest ji kar berdana Liz Truss ku tenê 44 rojan li ser posta Serokwezîrtiya Brîtanyayê ma, Wezîrê Darayî yê berê Rishi Sunakê bi eslê xwe ji Hindistanê ye, bû Serokê Partiya Muhafazakar û Serokwezîrê Brîtanyayê.
Hat ragihandin ku wê Rishi Sunak di nav çend rojên pêş de, li gorî rêzikên fermî li ber Şahê Brîtanyayê Charlesê Sêyem wek Serokwezîrê nû yê Brîtanyayê were nasîn û kabîneya nû ya hikûmetê ragihîne.
Hêjayî gotinê ye, piştîku îro 24ê Cotmehê namzedê duyem ê serokwezîriyê Penny Mordaunt vekişîya û piştgiriya xwe bo Sunak eşkere kir, Rishi Sunak wek tekane namzedê Serokê Partiya Muhafazakar û Serokwezîriya Brîtanyayê ma û bi vî awayî jî dibe serokwezîrê nû yê Brîtanyayê.
Li gor proseya siyasî ya Brîtanyayê, serokê partiya ku di hilbijartinan de bi ser ketiye, herwiha dibe serokwezîrê welat jî.
Serokwezîrê berê Borîs Johnson ku navê wî car din bo posta serokwezîriyê derbas dibû jî duh 23yê Cotmehê ragihandibû ku ew nabe namzed.
5ê Îlona 2022yan, endamên Partiya Muhafazakar a Brîtanyayê, Liz Truss weke seroka nû ya partiyê hilbijartib3u û piştre posta serokwezîriyê wergirtibû, lê 20ê Cotmehê ji ber sedemên nerazîbûnên li bernameya wê ya aborî û qeyrana siyasî, dest ji kar kişandibû.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin