Wezîrê Navxwe Rêber Ehmed serdana Duhokê kir
PeyamaKurd - Wezîrê Navxwe Rêber Ehmed li ser erkdarkirina Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi armanca çavdêrîkirina zirar û ziyanên lehiyê serdana Duhokê kir.
Îro roja înê (20.03.2020) Wezîrê Navxwe yê Herêma Kurdistanê Rêber Ehmed û şandeke ligel wî, li ser fermana Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî serdana Duhokê kirin.
Di vê serdana xwe de, ew şanda hikûmetê dê ji nêzîk ve bicihkirina rênima û tevdîrên li hember vîrusa Koronayê (Covid-19) li parêzgeha Duhokê û herwiha rewşa ziyandîtiyên lehiyên du rojên derbasbûyî yên li wê parêzgehê bişopîne.
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî milyarek dînarê Iraqî weke alîkarî ji bo mexdûrên lehiya li parêzgeha Dihokê terxankiribû.
Herwiha Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî jî 2 milyar dînarên Iraqî weke alîkarî ji bo mexdûrên wê afetê li parêzgeha Duhokê terxan kiriye.
Ji ber barîna barana zede û çêbûna lehiyan li sînorê parêzgeha Dihokê, zirareke mezin gihîştiye zêdetirî 400 mal, 200 otomobîlên welatiyan û çar pirên li sînorê wê parêzgehê jî herifîne. 2 hemwelatî jî ji ber lehiyê xeniqîbûn.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin