Rêber Ehmed, li ser serdana xwe ya Amerîkayê daxuyanî da
PeyamaKurd- Wezîrê Karên Navxweyî yê Herêma Kurdistanê Rêber Ehmed, di çarçoveya serdana xwe ya fermî ya li Amerîkayê de daxuyanî da.
Rêber Ehmed, îro bi navbeynkariya daxuyaniya çapemeniyê ragihand ku di civînên wan ên çend rojên borî yên ligel rayedarên Amerîkayê de encamên baş derketin pêş û diyar kir ku Washington piştgiriya xwe ji bo statuya Herêma Kurdistanê dubare kiriye û ezmûna Herêma Kurdistanê ya di mijara demokrasî û azadiya fikir û ramanan de bilind nirxandiye.
Ehmed eşkere kir ku Amerîkayê piştgiriya xwe ji bo statuya Herêma Kurdistanê ya di çarçoveya Iraqeke bihêz de dubare kiriye û got,
“Di civînan de ezmûna Herêma Kurdistanê di mijara demokrasî û azadiya fikir û ramanan de bilind hatiye nirxandin. Qala aramî û seqamgîriya Iraq û Herêma Kurdistanê hat kirin.
Parastina Herêma Kurdistanê yek ji babetên herî sereke bû û wekî dostekî nêzîk ê hêzên Hevpeymanan ku rûbirûyî terorîstên IŞÎDê bûne, dihat temaşekirin. Her wiha rola Pêşmerge û Herêma Kurdistanê di vê çarçoveyê de bilind hat nirxandin.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin