Fermandarê artêsa Îranê: Bo êrîsê koordinat hatin dayîn
PeyamaKurd- Fermandarê artêşa Îranê general Xulamalî Abûhamzeh, peyamekî da û got; bo tolhildana Qasim Silêmanî, welatê wan bikaribe li ku derê xwe bigihîna Amerîkayiyan wê wan ceza bike. Generalê herêma eyaleta Kermana Başûr Abûhamzeh di axaftina xwe de ragihand ku dê bi îhtîmaleka mezin li gemiyên Amerîkayê yên Kendavê bixe û weha dewam kir:
“Di Buhira Hurmizê de gelek keştiyên muhrib û yên şer di wir de diçin. Ew der bo Rojava dereka heyatiye. Hedefên girîng yên herêmê, ev demeka dirêje ji aliyê Îranê de hatine tesbîtkirin. 35 ciyên Amerîkayê di hedefa me de ne û Tel Avîva Îsraîlê di nav menzîla me de ye.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin