Fermandarê Artêsa Sûrîyê: Em li temamê Rojhilatê Firatê bicih bûne

22 July 2022 16:04 0 dîtin
Fermandarê Artêsa Sûrîyê: Em li temamê Rojhilatê Firatê bicih bûne

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku piştî gefên operasyonê yên Tirkiyê, bi lihevkirina HSD û rêveberiya Şamê re, bi taybet li navçeya Eyn Îsa ya Rojavayê Kurdistanê Artêşa Sûriyê eniyên xwe bihêz dike û topxaneyên xwe amade dike.

Fermandarê Artêşa Sûriyê Elî Nasir ragihand: “Artêşa Sûriyê li navçeya Rojhilatê Firatê bi temamî hatiye belavkirin. Li gel navçeyên sînorê bi Tirkiyê re. Em û Hêzên Sûriya Demokratîk em zarokên vî welatî ne û berpirsyaretiya me ye em bi hev re berevaniyê ji ber vê axê ve bikin, hevahengî di navbera me de heye da ku em berevaniyê ji ber sînorê Sûriyê bi tevahî ve bikin li dijî her êrîşekê çi ji Tirkiyê be çi ji aliyekî din be.”

Li aliyê din Îran û Rûsya jî li dijî êrîşeke nû ya Tirkiyê ne ku di Lûtkeya Tehranê de jî di daxuyaniyeke hevbeş de hatibû diyarkirin.

Hêjayî bibîrxistinê ye, doh di civîna Lijneya Ewlekariya Tirkiyê de çend biryar hatibûn derxistin û hatibû gotin: “Di civînê de operasyon hatine gotûbêjkirin û plana siberojê jî hatiye danîn herwiha rêkarên pêwîst ji bo berdewamkirina operasyonan hatine danîn. Me daxwaz ji NATOyê kiriye rûbirûyî PKKê, KCKê û PYDê bibin.”