Fermandarê îranî: Leskerên amerîkî ditirsin ku têkevin Kendava Basrayê
PeyamaKurd - Cîgirê Fermandarê Supaya Pasdarên Şoreşa Îslamî ya Îranê Ali Fadavi ragihand ku Amerîka li Rojhilata Naverast di rewşa xwe ya herî hesas de ye.
Fadavi amaje kir ku Keştiya blafirhilgir a Hêzên Deryayî ya Amerîkayê USS Abraham Lincoln ‘ji tirsa red dike ku têkeve Kendava Basrayê’ û anî ziman ku her cureyên hevdîtinê bi Washingtonê bêwate ne.
Li gorî nûçeya ajansa Farsê Fadavî got, “Hebûna wan a li herêmê ne jidil e û tu wateya wê tune ye.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin