Fermandarê Îranî nûçeyên êrîsa Îsraîlê red kir

25 August 2019 14:40 0 dîtin
Fermandarê Îranî nûçeyên êrîsa Îsraîlê red kir

PeyamaKurd – Balafirên Îsraîlê şeva borî li dorûbera Şamê êrîşî bingehên Feyleq el Qûds (Hêzên şîe yên milîşeyên girêdayî Îranê) kiribû û Serokwezîrî Îsraîlê Netanyahû jî ew êrîş piştrast kiribû.

Li gorî nûçeya SkyNewsê fermandarekî payebilind ê Supaya Pasdarên Îranê êrîşa şeva borî ya Îsraîlê ku li Sûriyê kiriye red kir.

Herwiha Ajansa Dewleta Sûrî SANAyê jî li ser êrîşê da xuyakirin ku beriya ku fuzeyên Îsraîlê bigihin armancên xwe ji aliyê sîstemên berevaniya hewayî ve hatine xistin.

Lê belê li eniyên başûr ên Sûriye û Lubnanê, ji ber êrîşên şeva borî yên Îsraîlê û êrîşên droneyan ên bi ser xalên Hizbullahê de, herêm ketiya rewşa amadebaşiyê.

Netanyahû bo êrîşa Şamê: Li ti deverekê parêzbendiya Îranê nîne