Fermangeha Medya û Zanyarî bertek nîsanî raporteke kanala El Hurre da
PeyamaKurd – Fermangeha Medya û Zanyarî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi daxuyaniyekê, bertek nîşanî raporteke rojnamevanî ya kanala El Hurre El Iraq da ku li ser şerê PKK û Tirkiyê li Herêma Kurdistanê hatibû amadekirin û diyar kir: “Hikûmeta Herêma Kurdistanê propagandayên nerast ên bi vî rengî bi tundî red dike û di wê baweriyê de ye ku di vê raportê de alîgirî heye û pîvana karê rojnamevanî ya bêalîbûnê li ber çavan negirtiye.”
Di daxuyaniyê de hatiye eşkerekirin, televîzyona Erebî ya El Hurre, roja 22ê vê mehê raportek li ser şerê PKK û Tirkiyê li deverên sînorî yên Herêma Kurdistanê amade kiriye û di raportê de gelek xeletî hene.
Herwiha hatiye destnîşankirin, ew raport li ser bingeha agahiyên xelet hatiye amadekirin û bêyî ku piştrast bin agahiyên wan rast in yan xelet, raport belav kirine û pîşeyîbûna rojnamevaniyê binpê kirine.
Fermangehê daye zanîn: “Hikûmeta Herêma Kurdistanê, propagandayên nerast ên bi vî rengî bi tundî red dike û di wê baweriyê de ye ku di vê raportê de alîgirî heye û pîvana karê rojnamevanî ya bêalîbûnê li ber çavan negirtiye.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin