Feysel Miqdad bo mafên Kurdan: Sûriye biçûk e nabe parçe bibe!

22 February 2022 17:34 0 dîtin
Feysel Miqdad bo mafên Kurdan: Sûriye biçûk e nabe parçe bibe!

PeyamaKurd - Wezîrê Derve yê Sûriyê Feysel Miqdad li ser misogerkirina mafên Kurdan li Sûriyê diyar kir ku Kurd beşeke bingehîn a gelê Sûriyê ne û got, ji ber ku Sûriye welatekî biçûk e nikare parçebûnê tehemul bike.

Feysel Miqdad îro Sêşemê li Moskowê ji K24ê re da xuyakirin ku mafên Kurdan weke mafên tevahiya gelê Sûriyê ye û eger derfet hebe ku ev maf bêne baştirkirin, ti rêgirî li cem hikûmeta Sûriyê nîne gotûbêjan li ser van mijaran bike.

Miqdad got: “Kurd beşek ji civaka Sûriyê ne û ji wê civakê nayên dabeşkirin, ji ber wê em rê nadin Amerîka û welatên rojava êş û azarên Kurdan ji bo berjewendiyên xwe bi kar bînin.”

Miqdad daye zanîn, “Guftûgoyên me ligel Kurdan hebûn û her ku em li ser xalekê li hev bikin, di pişt re û di bin fişara Amerîkiyan de ew helwesta xwe berûvajî diguhêrin.”   

Herwiha Feysel Miqdad got: “Beşek ji aliyên siyasî yên Kurdan hene behsa pêkanîna dewleta Kurdî li Sûriyê dikin, ev jî ziyanê digihîne baweriya di navbera me de. Sûriye welatekî biçûk e û nikare dabeşkirinê tehmul bike û rewşa li herêmê jî rê nade wê yekê.”