FIFAyê nav, al û siruda netewî ji bo tîma futbolê ya Rûsyayê qedexe kir...
PeyamaKurd – Federasyona Futbolê ya Navdewletî FIFA jî ket nav sazî û dezgehên navdewletî yên ji ber êrîşa ser Ûkraynayê ceza dikin û çend biryar li ser tîma netewî ya Rûsyayê derxistin.
Biryarên FIFAyê wiha ne:
* Li ser axa Rûsyayê wê ti maç neyên lîstin.
* Di maçên tîma futbolê ya Rûsya bilîze wê alîgir tune bin.
* Wê tîma futbolê ne bi navê xwe yê fermî bi navê ‘Yekîtiya Futbola Rûsî’ derkeve yariyan.
* Di maçên Rûsyayê de wê ala Rûsya tunebe û siruda netewî jî neyê lêdan.
Herwiha FIFAyê eşkere kiriye, heger rewşa li Ûkraynayê neyê başkirin, wê Rûsya ji hemû maçên navdewletî were menkirin û dorpêçên nû jî amade ne.
Hêjayî gotinê ye, piştî ku tîmên welatên Polonya, Çekya û Swêd nexwestin bi tîma Rûsyayê re derkevin yariyan, FIFAyê ev biryar stand.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin