Nêçîrvan Barzanî li Hewlêrê tîma netewî ya Iraqê qebûl kir
PeyamaKurd – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi sedema ku tîma netewî ya Iraqê kûpa Kendavê qezenc kiribû, fûtbolîstên tîmê li Hewlêrê qebûl kir. Barzanî tîma fûtbolê pîroz kir û got:
“Ev serketin ji bo Iraqê û Iraqiyan girîng bû ji ber temamê Iraqiyan li dora vê serkeftinê civand. Nîşanî temamê dinyayê da ku Iraq ji nûh de vejiyaye. Sitendina kûpayê ji aliyê Iraqê de, li Herêma Kurdistanê jî bi dilxweşî hat pêşwazîkirin û ev serkeftin ji bo temamê welate.
Vê kûpa han temamê Iraqê kêfxweş kir. Temamê xelkê bajarên Herêma kurdistanê kêfxweşiya xwe nîşan da. Em destekê didin tîma netewî û hêvîdarim serketina we daîmî be.”
Tîma fûtbolê ya netewî ya Iraqê li balafirgeha Erbîlê ji aliyê parêzgerê Hewlêrê de hat pêşwazîkirin. Di merasima qebûlkirina Nêçîrvan Barzanî de wezîrê çand û ciwaniyê, parêzgerên Hewlêr û Basrayê, serokê federasyona fûtbolê yê Iraqê û gelek kes amade bûn.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin