Fînlandiya: Em ê karibin pirsgirêkên navbera xwe û Tirkiyê çareser bikin

15 May 2022 01:16 0 dîtin
Fînlandiya: Em ê karibin pirsgirêkên navbera xwe û Tirkiyê çareser bikin

PeyamaKurd – Wezîrê karên derve yê Fînlandiyayê Pekka Haavisto, di mijara endambûna wan ya ji bo NATO yê ragihand ku ew hêvî dike dê karibin pirsgirêkên xwe yên bi Tirkiyê re çareser bikin.

Haavisto niha ji bo civîna wezîrên karên derve yên welatên endamên NATO yê li Berlîne û weha got:

“Ez naxwazim behsa hûrahiya grûb an kesên cuda bikim. Lê di siyaseta me de, têkoşîna bi terorê re ciyekî wê yê girîng heye û ez dixwazim bêjim ku di NATO yê de ciyekê wê yê girîng heye. Ez hêvî dikim ku bi Tirkiyê re em ê karibin ji bo endamtiya NATO yê pirsgirêkan çareser bikin.”