Forbesê 20 deverên herî balkês ên bo gestê li Cîhanê eskere kir

06 October 2023 21:04 0 dîtin
Forbesê 20 deverên herî balkês ên bo gestê li Cîhanê eskere kir

PeyamaKurd - Kovara Fobes a Amerîkî 20 deverên herî baş ên geştê li cîhanê eşkere kir.

Di lêkolîna Forbes de, ji 219 welatan 20 cihên herî baş ji bo geştiyariyê hatine diyarkirin ku Giravên Maldives yekem û Sûlavên Niagara jî wekî duyem deverên herî balkêş bo geştê di asta cîhanê de hatine diyarkirin.

Li gorî Forbesê dîtina Tabloya Monalîzayê ya hunermend Leonardo Davincî li muzexaneya Lover a Parîsê devera sêyem a herî balkêş hatiye hilbijartin.

Deverên herî balkêş bo geştiyariyê li cîhanê wiha hatine rêzkirin:

1. Giravên Maldives 

2. Sûlavên Niagara 

3. Muzexaneya Tabloya Monalîza li Parîsê

4. Girava Bora Bora li Firansayê

5. Peykerê Azadiyê li Nûyorka Amerîkayê

6. Temaşekirina dîmenê rojavabûnê ji aliyê asmanê cemserê bakurî ve ku Ayslandê, Swêdê, Girînlandê û Fînlandayê vedigire

7. Devera Stonehenge ya şûnwarî li Birîtanyayê

8. Taj Mahal li Hindistanê

9.  Meydana Taymizê (Times Square) li naverasta Nûyorkê

10. Burc Xelîfe li Îmaratê

11. Pompeii, bajarekê Romanî yê kevn e

12.  Peristingeha Sagrada li Berşelonayê

13. Devera Cinque Terre li Îtalyayê

14. Demhijmêrka Big Binê li aliyê bakurî yê koçka Şahê Birîtanyayê li Lendenê

15. Devera Chichen Itza li Meksîkê

16. Çiyayên Hîmalaya

17.  Zindana Alcatraz li San Fransiskoyê

18. Koçka Spî li Amerîkayê

19. Deryaya Mirî

20. Parka Yosemite li Kalîforniyayê