Rêxistina Gestê ya Cîhanî: Sala 2020an weke sala herî res a dîroka gestiyariyê bi nav kir
PeyamaKurd – Li cîhanê sektora geştiyariyê di sala 2020an de bi qasî 1300 milyar dolar zerar dît.
Li gor Rêxistina Geştê ya Cîhanî ya ser bi Neteweyên Yekbûyî ku navenda wê li Madrîd e, di daxuyaniya xwe de sedema vê zerara ku gihiştiye sektora geştiyariyê, weke vîrusa Koronayê (Covid-19) û rêkarên pêwîst ên li hember rêlibergirtina belavbûna vîrusê destnîşan kiriye.
Rêxistinê diyar kiriye: “Zerara ku gihiştiye sektora geştiyariya cîhanî, 11 qat ji zerarên qeyrana aborî ya cîhanî ya sala 2009an a li ser sektora geştê, zêdetir e.”
Herwiha da zanîn, li gor sala 2019an, sektora geştiyariyê bi rêjeya %74 daketiye.
Rêxistinê, sala 2020an weke sala herî reş a dîroka geştiyariyê bi nav kir û eşkere kir ku li gor sala 2019an, hejmara geştiyaran milyarek kes kêm bûye.
Herwiha 100-120 milyon derfetên kar ên sektora geştiyariyê û kompaniyên biçûk û navîn ên warê geştiyariyê, ji dest çûne.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin