Fox News: Hêzeke Çeçen li dijî Rûsyayê serê serxwebûnê dide destpêkirin
PeyamaKurd – Hêza Çeçen a bi navê Tabûra Şêx Mansûr ragihand ku ew amadekariyê dikin li ser axa Çeçenistanê şerê Rûsyayê bikin.
Li gorî daxuyaniya wê koma Çeçen ku di şerê Rûsya-Ukrayna de, li kêleka Ukraynayê cî digirin, ew dê li nav erda Rûsyayê jî eniyên şer vekin û şerê Rûsyayê bikin.
Fox News a Amerîkî bi zarê Berdevkê Hêza Çeçen Îslam Belokyev ragihandiye ku ew ji nû ve li ser planên serxwebûna Çeçenistanê dixebitin û amadekariya şerê Rûsyayê dikin.
Îslam Belokyev herwiha daye xuyakirn ku kordînatên baregehên rûsî yên dijmin di destê wan de hene û wan ji bo êrîşê 3 enî û 16 herêmên şer diyar kiriye.
Belokyev, amadekariyên xebatên çekdarbûnê bibîr xistin û got ku wê gelê Rûs jî di berxwendanê de piştevaniya wan bike.
Hêjayî gotinê ye, li Ukraynayê du komên Çeçen ên Şêx Mansur û Cewher Dudayev li dijî hêzên Rûsyayê şer dikin, lê hêza Ramazan Kadîrov jî piştevanê herî xurt ê Rûsyayê ye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin